Li dijî konsepta şer a AKP’ê nameya ji bo Serokwezîrê Îngilîstanê

Li dijî konsepta şer a AKP’ê nameya ji bo Serokwezîrê Îngilîstanê

Jinên ji qada navneteweyî, nameyek ji Serokwezîrê Îngilîstanê re nivîsandin û xwestin, zextê li AKP’ê bike.
Uluslararası Alanda Tanınmış Kadınlardan İngiltere Başbakanına Kürt Halkı İçin Çağrı 1
Tevî parlamenter, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, hunermend û akademîsyenên navdar, komek ji jinan nameyek li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd nivîsand û radestî Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron kir.

Name ji aliyê Yekîtiya Jinan a ji bo Kurdistan, Iraq û Sûriyeyê (Women’s Alliance for Kurdistan, Iraq and Syria) ve hat amadekirin, tevî Prof. Mary Davis, Baroness Glenys Kinnock, parlamenterên Îngilîz û Gallerê Kate Osamor, Caroline Lucas, Liz Saville û nivîskar Cynthia Cockburn 32 jinên li qada navneteweyî tên naskirin, mora xwe danîn binê nameyê. Name duh ji aliyê heyetek ji Parlamentera Partiya Karker Kate Osamor, parêzera mafên mirovan Melanie Gingell, ji Meclîsa Jinê ya Roj Evrîm Yilmaz û Nûnera Jinan a Brîtanyayê ya KNK’ê Michelle Alison ve, radestî Serokwezaretiya Îngilîstanê hat kirin.

Di nameya ji bo Cameron hat nivîsandin de bang hat kirin, ku ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bi lezgînî werin qedandin, rêveberiya xweser a li Rojava bê naskirin, PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin, pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bike û tevî vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan, bikeve nava hewldanên aktîf. Peace in Kurdistan Campaign jî destekeke aktîf da vê xebatê.

‘TIRKIYEYÊ LI ŞÛNA DAIŞ’Ê, ÊRÎŞÎ KURDAN KIR’

Nameya jinan bi vî rengî ye:

“Birêz Serokwezîr:

Weke Yekîtiya Jinan ji bo Kurdistan, Iraq û Sûriyeyê, ku koalîsyona organîzasyonên jinan e û bi tevgera jinên Kurd re dixebite, me xwest bala we bikişînin ser rewşa lezgîn a pêvajoya çareseriyê, ku bi bomberdûmana Kurdên sivîl ên li Tirkiye û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve ketiye nava xeteriyê.

Tirkiye ya ku di dawiya meha Tîrmehê de biryar da bikeve nava koalîsyona dijberiya DAIŞ’ê û bi vî rengî destek ji NATO’yê dît, heta niha DAIŞ hedef negirtiye, lê êrîşî Kurdan dike. Ji vê jî wêdetir, di hefteyên bihurî de tevî hevşaredar û nûnerên ji aliyê gel ve hatine hibijartin zêdeyî 1500 Kurd hatine girtin. Ev operasyonên girtinê ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ve hatin şermezarkirin. Li hemberî mirovên hatin girtin, îşkence hat kirin. Dorpêçandina Cizîrê ku cihê metirsiyê bû, zêdeyî hefteyekê dewam kir.

‘ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKIN’

Eger pêvajoya çareseriyê bi temamî xera bibe, wê ev yek ji bo tevahiya herêmê rîskên mezin bi xwe re bîne. Ji bo êrîşên li hemberî gelê Kurd werin sekinandin, ji bo dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li dijî DAIŞ’ê bi kar bîne û ji bo bi PKK’ê re ji nû ve pêvajoya aştiyê destpê bike, em ji we dixwazin ku hûn bandora xwe ya li ser Tirkiyeyê bi giştî bi kar bînin. Weke jin em ji we dixwazin, ku li şûna belavbûna şer, bixebitin ku bi Kurdan re aştiyek were avakirin.

Birêz Serokwezîr; em ji we dixwazin ku hûn destekê bidin gelê Kurd ê ji bo mafên xwe têdikoş e. Em bi zelalî dizanin, ku berevajî îdîaya Erdogan, ti planeke PYD û HDP’ê ya ji bo guhertina sînoran û parçekirinê nîne.

Em ji we dixwazin, ku hûn rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava ku ji bo bidawîbûna hemû şer û pevçûnan modelek ji hemû dewletên li herêmê re ye, nas bikin. Tevgera Jinên Kurd, ji ber ku di jiyana leşkerî û siyasî ya li Rojava de bi awayekî wekhev rol lîst, di nava tevahiya jinên cîhanê de bûye çavkaniya îlhamê.

‘DIVÊ ETÎKETA ‘TERORÊ’ YA LI SER PKK’Ê BÊ RAKIRIN, PÊWÎST E OCALAN AZAD BE’

Herî dawî em li bendê ne, ku ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî PKK, YPG û YPJ’ê, hûn hemû rêyên dîplomatîk bi kar bînin. Rastî ew e, ku têkoşîna herî bi bandor û xurt a li hemberî DAIŞ’ê tê meşandin ji aliyê Kurdan ve tê dayîn û heqê wan e ku hûn destekê bidin wan. Em ji we dixwazin ku bi hempîşeyên xwe yên Yekîtiya Ewropayê re bixebitin; etîketa terorê ya bêedalet a li ser PKK’ê rakin û ji bo serbestberdana lîderê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin. Heta ku Abdullah Ocalan ê ku li girtîgeha Girava Îmraliyê ‘nexşerêya ji bo aştiyê nivîsan’ nebe, ne pêkane ku hevdîtinên aştiyê bi pêş ve biçin.”

JINÊN MORA XWE DANÎN BINÊ NAMEYÊ

“Baroness Glenys Kinnock
Baroness Joan Bakewell
Leslie Abdela MBE
Annette Lawson OBE,
Margaret Owen OBE
Kate Osamor -Parlamenter
Caroline Lucas- Parlamenter
Liz Saville –Parlamentera Gallerê
Evrîm Yilmaz, Meclîsa Jinê ya Roj
Michelle Allison, Nûnera Jinan a Brîtanyayê ya KNK’ê
Cynthia Cockburn, Nivîskar
Amrit Wilson, Platforma Freedom Without Fear
Dr. Shatha Besarani, Iraqi Women’s League
Meredith Tax, Seroka Centre for Secular Space
Elahe Amani, Global Circles, Women’s Intercultural Network
Intsar Saeed, Parêzer, Seroka Cairo Center for Development (CCD)
Anni Pues, Partiya Keskan a Skoçyayê, Komîteya Navneteweyî
Maggie Chapman, Partiya Keskan a Skoçyayê
Angie Zelter, Aktîvîsta Aştî û Hawirdorê
Prof. Mary Davis-Akademîsyen
Melanie Gingell, Parêera Mafên Mirovan
Dr Radha D’Souza, Akademîsyen
Hagir Ahmed, CAMPACC
Sofia Beatty, Aktîvîsta Mafên Kurdan
Isabel Marler, Femînîst
Celia Shenouda, Femînîst
Ifra Asad, Aktîfîsa Mafên Mirovan
Nargis Azaryun, Aktîvîst, Kabul, Afghanistan
Noorjahan Akbar, Aktîvîsta Afgan
Nihal Zaghloul, Parêzvana Mafên Jinan, Cairo, Egypt
Donna Swita, Aktîvîsta Mafên Jinan/Endonezya
Evi Zain, Aktîfîsta Mafên Jinan/Endonezya.

CATEGORIES
Share This