Li Londonê Jibo Şengalê Çalakî

Li Londonê Jibo Şengalê Çalakî

dolston eylem2

Kurdistaniyên li Londonê êrîşên çeteyên Daîş´ê yên li hemberî Rojava û Başurê Kurdistanê bi çalakiyên cur be cur şermezar dikin. Dawiya heftê li pêşiya avahiya serokwezirê Îngîlîstanê çalakiyek girseyî hat li dar xistin. Roja Sêşemê jî li herêma Dalstonê çalakiyek hat li dar xistin û êrîşên Daîş´ê bi awayekî tund hatin şermezar kirin. Ciwanên Kurd jî jibo bal bikişînin ser rewşa Şengalê li avahiya rojnameya Guardianê çalakiyek li dar xistin.

Çalakiya yekemîn roja Înê li pêşiya serokweziriya Îngîlîstanê pêk hat. Çalakiya ku ji hêla meclîsa gele Kurd ya Brîtanya ve hatî organîze kirin saet duyan dest pê kir û derdora sê saetan berdewam kir. Di axaftinên hatîn kirin de bang li cîhanê hat kirin ku li hember van êrîşên hovane dengen xwe bilind bikin. Di çalakiyê de belavok hatin belav kirin û bi dirûşmeyan êrîş hatin şermezar kirin.

Çalakiya duyemîn jî roja Sêşemê li bakûrê Londonê li pêşiya istasyona Dalston kingsland pêk hat. Di çalakiyê de alên rêxistinên kurd hatin rakirin û dirûşmên wek “Şengal ne bi tenê ye” hatin qêrîn. Daxuyaniya ku ji hêla gelek rêxistinên Londonê ve hatî amade kirin bi Îngîlîzî hat xwendin.

CATEGORIES
Share This