Lord Hylton Li Rojava Axivî: Bi xweseriyê aloziyên Rojhilata Navîn çareser dibin

Lord Hylton Li Rojava Axivî: Bi xweseriyê aloziyên Rojhilata Navîn çareser dibin

Endamê Meclîsa Lordan a Birîtanya Lord Reymont Hylton ê ku çû serdana Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sîstema herî serkeftî a çareserkirina pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn.

Lord Hylton Rojava’da: Demokratik Özerklik Sistemi Ortadoğu Sorunlarına En İyi Çözümdür 2

Endamê Meclîsa Lordan a Birîtanyayê Lord Reymont Hilyton ê ku serdana kantona Cizîrê kiriye. Hilton serdana navenda Hevserokatiyê ya li bajaroka Rimêlan kir. Li vir Hevserokên Kantona Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî û Hediya Yûsif, Serokê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer û Cîgira wî Emîne Osê û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, her wiha endamên Hevserokatiyê û Endamên Dîwana Meclîsa Zagonsaz  pêşwaziya Hilton kirin.

Hilyton, bi Hevserokên Kantona Cizîrê re hevdîtin kir û rewşa Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan hate gotûbêj kirin. Di civînê de aliyan bal kişand ser êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê ku li dijî Kantonê pêk tê.

Piştî hevdîtin bi dawî bû, Lord Reymont Hilton civîna çapemeniyê lidar xist û bersiva rojnamavan da. Hilyton got ku di nava Rojava de tenê karîbû serdana Kantona Cizîrê bike û da zanîn ku ew dixwaze di demeke nêz de her sê kantonên Rojava bibin yek. Hilton, destnîşan kir ku di wê baweriyê de deye ku sîstema Xweseriya Demokratîk sîstemeke baş ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û nimûneye ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû gelê Rojhilata Navîn.

Lord Hylton Rojava’da: Demokratik Özerklik Sistemi Ortadoğu Sorunlarına En İyi Çözümdür 1

Lord Reymont Hilyton, destnîşan kir ku wî jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkahteyan de ecibandiye û wiha dom kir: ˮTişta herî baş di sîstema kantonê de zimanên kurdî, erebî û suryanî zimanên fermî yên kantonê ne.ˮ

Derbarê pirsa peyama ku ji Birîtanya aniye Rojava çiyeb de, Lord Reymont Hilyton, got: ˮPeyama min ew e ku herêmek hebe hebû pêkhate bi aramî li ser jiyan bikin, pêwîste hemû kes piştgiriya wê herêmê bikin.ˮ

Derbarê nerîna welatê wî li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Lord Reymont Hilyton destnîşan kir ku metirsîyên welatê wî derbarê êrîşên çeteyan a li ser herêmê hene û wiha dom kir: ˮDi nerîna min de tişta ku welatên Ewropa li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk tînin têrê nake. Ew dikarin bêtir zextê bikin da ku dawî li çeteyan were.ˮ

Li ser pirsa rojnamvanekî ya çima welatên Ewropa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi fermî nas nakin, Lord Reymont Hilyton got, ‘ez jî tevlî nerîna te dibim û heman pirsê dikim çima Rêveberiyê Fermî nasnakin’.

Lord Hylton Rojava’da: Demokratik Özerklik Sistemi Ortadoğu Sorunlarına En İyi Çözümdür 3

Lord Reymont Hilyton, di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ˮEz ê dengê Rojava bighînim hemû Ewropa, ez ê di riya wezareta karê derve ya Birîtanya û di riya têkiliya min bi wan re, her wiha di riya Perlamantoya Ewropa û Meclîsa Lordan a Birîtanyayê dengê Rojava bighînim. Ezê di rojnameyan de jî li ser serdana xwe ya Rojava binivîsim, her wiha ez ê di ser malpera xwe ya Internêtê jî belav bikim.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Lord Reymont Hilton da xuyakirin ku armanca wî ya sereke ji serdanê miroviye û wiha dom kir: ˮMin xwest rewşa gel û jiyana wan a 5 salan bişopînim.Ez hîn bûm ku Rewşa Rojava başe Ez ê ji bo tiştên ez hîn bûm bighînim raya gitşî ya derve.ˮ

çavkanî: Anha

CATEGORIES
Share This