Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin

 

Nûnerê Serokê Amerîka Barack Obama yê Koalîsyona Navnetewî Brett McGurk, tevî şandeyeke ji nûnerên Brîtanî û Fransî pêk dihat serdana Rojava kirin. Di serdana ku du rojan berdewam kirî de şandeyê Kobanê jî zîyaret kir û bi rayedarên kantonê re hevdîtin pêk anîn.

Nûnerê Serokê Amerîkayê Barack Obama di Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê de Brett McGurk ragihand ku armanca wî ji wê serdanê gotûbêjkirina rewşa ewlehî û mirovî ya li Rojava bû û diyar kir ku bi vê boneyê ew li gel welatiyên sivîl û berpirsên herêmê civiyaye.

Brett McGurk behsa mana şûnpiyên DAIŞê li Kobanî piştî derbasbûna demek dirêj bi ser rizgarkirina wê de dike û dibêje: “Heta niha jî paşmayiyên terorîstên DAIŞ’ê li deverên wî bajarî tên paqijkirin.”

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 1

McGurk herwiha çend wêneyên şervanên YPG û YPJ’ê jî belav kir û amaje bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê di şerê Kobanî de kir. Brett McGurk ragihand ku serdana Goristana Şehîdên şerê Kobanî kiriye û wêneyê goristanê jî belav kir.

McGurk li ser wê yekê wiha nivîsandiye: “Me rêz li zêdetirî hezar şehîdên şerê Kobanî girt, ku salek pêş niha dorpêça li ser wî bajarî şikandin.”

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 1

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 2 Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 3

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 4

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 5

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 6

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 7

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 8

Şandeya Brîtanî û Amerîkî Serdana Rojava Kirin 9

CATEGORIES
Share This