8 Adarê li Londonê bi çalakiyên cihereng hat pîroz kirin

Ji hêla Platforma piştevaniya jinan ya Londonê ve jibo 8´ê Adarê roja jinan gelek çalakiyên cihereng hatin kirin. Fînala pîrozbahiyên 8´ê Adarê bi şahiyekê hat dayîn. Berî şahiyê bi dahol û defan jinan li navenda Haringeyê meşek li dar xist.

Bi sedan jin bi kincên xwe yên gelêrî li Navenda Civaka Kurd ya Haringeyê kom bûn. Berî şahiyê jinan meşek li dar xist. Piştî meşê bi sedan jin li eywana KCC cihê xwe girtin. Şahî bi deqek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku dê rê nedin ku keda wan nedîtî bimîne û dê bi şoreşa jinê dîroka mirovahiyê binivîsin.

Piştî axaftinê peyama rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya jibo 8´ê Adarê hat xwendin. Di peyamê hat gotin ku, civakeke ku jin tê de ne azad be, em nikarin qala azadiya wê civakê bikin. Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir ku şoreşeke mezin a azadiyê jênevegeriya jiyana watedar e û got, “Ji ber vê yekê divê şoreşa Rojhilata Navîn weke şoreşeke azadiya jinê bi pêş biçe. wekhevî û azadî bi mijara jinê dikare pêk were. Şoreşa me şoreşa jinê ye. Emê koledariya jinê ji holê rakin. Ya me şoreşa çînî ye. Şoreşa jinê şoreşa pêşeng e. Asta heyî, nîvê rê ye. Lê divê neyê ji bîrkirin, ya girîng dawiya rê nîne, meşa bi coş, eşqa kolektîf û bedewiyên di rê de ye.”

Piştî axaftinan Koma Govendê ya Jinan koma şanoya jinan derketin ser dikê. Komên mûzîkê Venge Dûr û Koma Zelal jî di bernamê de cihê xwe girtin û bi sitranên xwe gel coşandin. Bername bi dirûşme tilîlî û govendê bi dawî bû.

CATEGORIES
Share This