BERÎ KU KOMKUJIYEKE NU ÇÊBIBE, BIKEVIN NAV TEVGERÊ

BERÎ KU KOMKUJIYEKE NU ÇÊBIBE, BIKEVIN NAV TEVGERÊ

Delegasyona ji Brîtanya çûyî bajarê Surê vegeriya Londonê û bang li dewleta Brîtanî kir ku berî ku komkûjiyeke din pêk were bikeve nav tevgerê. Delegasyona ku du rojan li Amedê mayî, yek ji endamên wê parlementera Îskoç Natalie McGarry li Surê ji hêla polêsên Tirk ve hatibû binçav kirin û rastî heqaretê hatibû.

Delegasyona ku ji parlementer, sendîqa û rêxistinên sîvîl pêk dihat jibo êrîşên dewleta Tirk yên li dijî bajarê Surê di cîh de bişopînin çûbûn Amedê roja Duşemê vegeriyan Londonê. Piştî vegerê delegasyonê banga lezgîn li hikûmeta Brîtanî kir bikeve nav tevgerê. 

Yek ji endama delegasyonê ya kul i Sûrê hatibû binçav kirin, parlementera Îskoç Natalie Mcgarry daxûyaniyeke nivîskî ji raya giştî re weşand û tiştên k udi du rojan de dîtîn wekî ´dehşet´ binavkir. McGarry wiha axivî: ´Her çiqas ez tenê du saetan de di binçav de mam jî, tiştên ku min dîtin pir hovane bûn. Ez nikarim êdî xeyal jî bikim, bê ka Kurdên ku her tim di bin van êrîşan de jiyan dikin di çi derûniyê de ne.” McGarry bang li NATO jî kir ku pêşîya van êrîşan bigire û dewleta Tirk hişyar bike.

McGarry di daxûyaniya hevpar ya delegasyonê de bang li hikûmeta Brîtanî jî kir. “Berî ku komkujiyeke nu çêbibe, hikûmeta Brîtanî divê bikeve nav tevgerê.”

Dîrektorê sendîqeya Unite Simon Dubbins jî rewş wiha anî ziman: “Em bi çavên xwe bûn şahid ku, dewleta Tirk hûrmetê ji mafên mirovan û demokrasiye re nagire. Hemû kesên mûxalîf îro li Tirkiye bi êrîşên tund re rubiru ye.”

Rayedarê sendîqaya GMB Bert Schouwenburg jî ev gotin: “Min hêvî dikir ku di warê mafê mirovan de li Tirkiye hin pêşketin hene, lê min dît ku berovajî vê yekê, di bin serokkomariya Erdogan de Tirkiye ber bi sîstemeke totaliter û dîktator ve diçe.”

Serokê Federasyona Elewiyan Israfil Erbil jî di daxuyaniya çapemeniyê ya duh li Day-Merê pêk hatî de anî ziman ku rewşeke pir xeter heye û êrîşên dewleta Tirk bi awayekî tund berdewam dikin. Erbil da zanîn ku li hember van êrîşan hemûyan gel bi awayekî mezin li berxwe dide. Yek ji endama delegasyonê Serpil Ersan jî da zanîn ku 150 kes li Surê di bin bombebaranê de jiyana wan di xetereyê de ye. Dîrektorê Ceftusê Ibrahim Dogus jî anî ziman ku bi çekan dewlet nikare pirsgirêka Kurd çareser bike û divê dewleta Tirk bi awayekî lezgîn dîsa dest bi hevdîtan û mûzakereyan bike.

Navçeya Amedê Sur, ev not rojin ji aliyê hêzên ewlehiya dewleta Tirk ve hatiye dorpêç kirin û bi tenk û topan êrîşî navçeyê dike. Bajarê dîrokî Sur ji ber êrîşa dewleta Tirk ji sedî 80 xerabûye. Li gorî agahiyên dawî 150 kes di nav de zarok û jin jî heyî li Surê ne.

CATEGORIES
Share This