Li Londonê 60 hezar kes beşdarî çalakiya li dijî nukleerê bû

Li Londonê 60 hezar kes beşdarî çalakiya li dijî nukleerê bû

Li paytext Lndonê, bi deh hezaran mirov li dijî modernîzekirina fîloya keştiya binê avê, li hev civiyan. Hikûmeta Brîtanî dixwaze bernameya nukleerî ya jêvegerandina Trîdent nû bike. Li hemberî vê yekê bi hezarna kes daketin kolanên Londonê.

Ji amadekarên meşa mezin Campaîng for Nucklear Dîsarmament (Kampanya Bêçekkirinê ya Nukleerî) da xuyakirin, 60 hezar kes li Trafalgar Square li hev civiyane.

Çalakgeran di meşê de dowîzên bi nivîsa “Em ne bombeyan, pirtûkan dixwazin”, “ne nukleerê, otobusan dixwazin” hilgirtin.

Seroka vê saziya civakî ya sivîl Kate Hûdson di destpêka meşê de axivî û got, “Mûxalefeta cemaweriyê xurt dibe. Ev ne kombûneke ji rêzê ya li hemberî nukleerê ye. Ev çalakî wê asta nerazîbûnan nîşan bide.”

Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon û lîderê Partiya Karker a li mûxalefetê Jeremy Corbyn jî di çalakiyê de amade bûn. Stûrgeon û Corbyn, bernameya modernîzekirina nukleerî weke “bê exlaqî” pênase kirin û nerazîbûn nîşan dan.

Seroka berê ya Partiya Keskan Carolîne Lûcas jî ji bo bernameyê got, “emaneta pîroz a şerê sar” û nerazîbûn nîşan da.

Tê payîn ku hikûmet îsal biryarê bide. Tê plankirin ku 4 keştiyên binê avê yên nukleerî Trîdent, bi 57 mîlyar dolarî werin nûkirin.

Hikûmet îdîa dike ku ev keştiyên binê avê ji bo ewlekariya neteweyî di asta jiyanî de girîng in û dijderketina li vê yekê wê bi kêrî ‘dijminan’ bê.

Lîderê Partiya Karker jî dixwaze bernameya nukleerê ji holê bê rakirin, lê di nava partiya wî de nêrîneke hevpar a di vî warî de nîne. Ev helwesta Corbyn ji aliyê temamiya partiyê ve nayê pejirandin.

Londra’da Şimdiye Kadarki En Büyük Nükleer Silah Karşıtı Eylem 4

CATEGORIES
Share This