Bi Sedan kesan Şaredariya Harîngeyê Protesto kirin

Bi Sedan kesan Şaredariya Harîngeyê Protesto kirin

Bi sedan welatiyên ku li Harîngeyê dijîn plana şaredariya Harîngeyê a ku dê gelek xanîyên civakî xera bike û li şûnê xanîyên nû ava bike protesto kirin. Ev plana ku şaredariya haringeyê daye ber xwe planeke 2 milyar sterlînî ye û bi navê “ Plana Pêşxistina Harîngeyê (PPH)” tê pênase kirin.

 

Di çalakiya ku şeva duşemê hat li darxistin de welatiyên ku tevlî çalakiyê bûbûn bi pankartên “ Em ê rê nedin xerakirinê” “ Bila Plana Pêşxistina Harîngeyê bê rawestandin” û bi dirûşmeyên “ Ji qirkirina çînî re ne” ber bi Harîngey Civic Centerê ve meşiyan. Di navbera çalakvan û hêzên taybet ên ewwlehiyê û polisan de alozî derket. Dema çalakvan gihîştin ber Haringey Civic Centerê li hundirê avahiyê di derbarê PPHê de nîqaşên dawî dihatin kirin. Ev plan dê bi hevpariya şaredariya Harîngeyê û saziyeke taybet a bi navê Lendleasê bi rê ve biçe. Li gorî vê plana dê li derdora 5000 hezar avahî bên rûxandin û Şaredariya Harîngeyê xwediyê %50î ê avahiyên nû be. Li gorî şaredariyê dê ev yek pêşiya mexdûriyetan bigire. Lê çalekvan ne di wê qeneetê de ne. Li gorî wan piyê vê planê erd nagire û gelek pirsen bêbersiv hene. Çalkvan dibêjin şaredarî qumarek 2 milyar sterlînî dilîze û dibe div ê qumarê de wenda bike dema wenda bike jî dê gelek xizan perişan bibin.

CATEGORIES
Share This