Jin di Festîvala Zîlan de gihîştin hev

Jin di Festîvala Zîlan de gihîştin hev

Meclîsa Jinan a Roj ku xebatên xwe li Brîtanya didomîne bi çalakiyên roja şemiyê dawî li 14emîn festîvala Jinan a Zîlan anî.

 

Festîvala ku hefteya borî bi çalakiyên zarokan dest pê kir roja înê bi tevlîbûna wekîla HDPê Mizgîn Irgat lidarxistina panelekê domiya. Roja şemiyê bi tevlîbûna hunermendên bi navê Zozan Zûdem, Pınar Yıldız û Deniz Derman konserek hat li dar xistin û festîval dawî bû.

Tovên têkoşîna jinên kurd li Rojava şîn dibin

Wekîla HDPêMizgîn Irgat di axiftina xwe ya panelê de li ser têkoşîna jinên Kurd sekinî û dest nîşan kir ku felsefa jiyanê û sekna jiyanê ya lehengên wekî Leyla Qasim, Besê, Zerîfe, Sakîne û Zîlan bingeha têkoşîna jinên kurd in. Têkoşîna jinên kurd ên xwedî vê fehmê ne tenê li Kurdistanê lê li hemû cîhanê qadên ku desthilatdariya kapîtalîst modernîte lê hikim dike nîqaş dike û diguherîne. Irgat, di berdewamiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku têkoşîna ku bi pêşengiya jînen kurd li Rojava dimeşe xwedî mîrateyek mezine û ev mîrateye kû tovên wê li qada Rojava şîn dibe.

Qirkirina siyasî didome em ê bi têkoşîna jinan bi ser kevin

Irgat di dirêjahiya axaftina xwe de li ser rewşa Kurdistana bakûr sekinî û dest nişan kir ku di serî de hevserokên HDP û gelek parlementer û şaredar bi hezaran sîyasetmedarên kurd hatine girtin û faşîzmeke xurt li Bakûrê Kurdistanê desthilatdar e. Irgat anî ziman ku li hember vê faşîzmê ji berxwedanê pê ve tu çare nîne û di vê berxwedanê de jinên kurd di qada herî pêş de cihê xwe digirin. Irgat dîyar kir ku berxwedana gele kurd dê bi têkoşîna jinên kurd bi ser bike ve.

CATEGORIES
Share This