Category: Uncategorized

  • Li Brighton bîranîna Halepçe

    Li bajarê Brightonê ji aliyê Navenda Sussex a Civaka Kurd ve li navenda bajêr çalakiyek a bîranînê ji bo kumkujiya Halepçe hat lidarxistin.

    Çalakiya protestoyî ya ku li cihê herî qelebalix a bajêr Churchill Square ji bo komkujiya Halepçe hat lidarxistin de gelek Kurdistanî û dostên wan tevlîbûn. Di çalakiyê de bi hezaran kesên ku di salên 1987-1989 an de ji aliyê rejîma Baasê ve hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

    Herwiha di çalakiyê de komkujiyên Dêrsim, Mereş, Sêwas û Roboskî jî hatin protestokirin.

    Çalakvanan di çalakiyê de wêneyên komkujiyê hilgirtin û belavokên ku têde qala komkujiyê dikirin li xelkê derdorê belavkirin.

    Di çalakiyê de dirûşmên wekî “Em Halepçe ji bîr nakin”, “Dûh Halepçe, niha jî Roboskî”, “ Ji Helebce heya Roboskî komkujî berdewam dikin”, “Ji bo pêşeroja xwe Halepçe libîr bîne” hatin gotin.

    Her wiha di axaftinên ku hatîn kirin de banga hişyariyê li raya giştî a Ingilîstanê hat kirin ji bo ku carek din komkujî çênebin.

  • Zarokan Newroz Pîroz kir

    Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re pîrozbahiyan jî dest pê kir. Zarokên Kurd roja Şemiyê li Navenda Civaka Kurd ya Haringeyê Newroz pîroz kirin. Zarokan bi kincên xwe yên gelerî û cihêreng bi bernameyeke dewlemend pîrozbahiya Newrozê kirin.

     Zarokan bîranîna şehîdan jibîr nekir û bi deqek rêzgirtin dest bi bernameya xwe kirin. Piştî rêzgirtinê  koroya zarokan derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Piştî koroyê koma şanoyê lîstika bi mijara Malbatê  lîstin. Di bernamê de cih dan pêşbirkê jî û di pêşbirkê de agahiya zarokan derbarê Kurdistanê de hat pîvan. Di bernameya pîrozbahiyê de zarokan rûyê xwe boyax kirin, stran gotin û govend girtin. Zarokan bi lîstikan bernameya xwe bi dawî kirin.

     Di vê navberê de 21 Adarê dê meşa Newrozê were li dar xistin. Meşa Newrozê ji hêla platforma hêza demokratîk vet ê organîze kirin dê saet 17:30´an li îstasyona Manor House dest pê bike. Piştî meşa Newrozê li Navenda Civaka Kurd dê ciwan Newrozê pîroz bikin.

     Jibo pîrozabahiya cejna Newroza mezin xebatên amadekariyê li ber dawiyê tên. Ciwanan tevahiya hefteyê Afîş û belavok li Londonê belav kirin.  Cejna Newroza îsal dê 23´ê Adarê li Parka Finsbury were pîroz kirin. Xebatên amadekariyê di serî de li Londonê, li gelek bajarên din yên Brîtanya berdewam dikin. Ji hêla komîteya amadekar ve hat ragihandin ku parlementer Pervin Buldan jî dê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. Navê Parlementer Buldan di dema dawî de bi serdanên îmralî û Qendîlê derketibû pêş. 

  • Fîlmê ´Efsaneya Kawayê Hesinkar´ hat nîşandan

    Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re, Li Londonê çalakiyên pîrozbahiyê dest pê kirin. Roja Şemiyê fîlmê anîmasyon yê bi navê ´Efsaneya Kawayê Hesinkar´ li Westminsterê jibo zarokan hat nîşandan.

     

    Ji hêla Festîvala filmên kurdî ya Londonê ve li dibistana dawiya heftê ya Kurdî ya bi navê Ghoyzhe nîşandan hat kirin. 64 zarokên temenê wan di navbera 5–14 salî fîlmê anîmasyon yê di derbarê cejna Newrozê de temaşe kirin. Piştî fîlm zarokan di derbarê fîlm û cejna Newrozê de pirs kirin.

  • Li ser Heştê Adarê Panel

    Panela heştê Adarê li Komeleya Civaka Kurd hat lidarxistin û yek ji endamên panelê siyasetmedara Kurd Feleknas Uca bû. Feleknas, li gel profesor Mary Davis, panel pêkanî. Axaftvanên Panelê li ser rewşa jinan nirxandin kirin û bal kişandin ser pirsgirêkan jinan.

     

    Panel Heştê Adarê roja Şemiyê li Navenda Civaka Kurd ya li Haringeyê hat kirin. Bi piranî jin gelek kes tevlî panelê bûn. Panel ji aliyê meclîsa Jinan Roj Women bi piştevaniya Platforma Demokratîk ya Jinên Londonê hat lidar xistin. Panel jibo hemû jinên têkoşer yên jiyana xwe ji dest dane bi deqek rêzgirtin dest pê kir.

     

    Axaftvan Feleknas Uca, berî hertiştî jiber ku li Londonê ye kêfxweşiya xwe anî ziman û roja hemû jinan pîroz kir.

     

    Uca li ser bi nav kirina 8´ê Adarê jî xemgîniya xwe diyar kir û wiha got: “Em dê behsa jinê bi giştî bikin. Di serî de heştê Adarê, dîroka wê, roja kedkar u jinên cîhanê pîroz dike. Dema ez difikrim li ser, divê ez pirs bikim: gotineke şaş e gelo? jinên kedkar hene, lê jinên kedkar nebin jî, cejn ne ya jinan e? Çima em cudabûnê dixin nava rojê, û nava jinan? çima em dibêjin roja jinên kedkar pîroz be, çima nabêjin roja jinan pîroz be?”

     

    Feleknas Uca di derbarê derfetên jinê de axivî û got ku, derfet di warên biryardanê, û siyasetê û karkirinê nînin. Herwiha li ser sinetkirina keçan jî bi awayekî tund axivî:

     

    “Bi tenê li Elmanya, 5000 keç salane di xeteriya sinetkirinê de ne.” Pişt re li ser rewşa sinetkirina keçan li Başûrê Kurdistanê axivî û anî ziman ku li hinek deveran ev tişt pirsgirêkeke mezin e.

     

    Uca bal kişand ser têkiliya jin û siyasetê qala sîstema hevserokatiyê ya di nav partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) tê meşandin kir. Uca: “Di hemû partiyan de, wekî yekem ku sed jin namzet dibin dîsa Kurd in. Partiya iktîdarê nikare 20 jinan wek şaredar destnîşan bike, gava CHP nikaribe 20 jina wek şaredar destnîşan bike, divê insan bifikre di nava partiyan de azadiya jinan li kû derê ye. heta niha 100 şaredarên me hebûn, niha hilbijartinên pêş de, sê heftiyên din, 150 şaredar em ê bigirin destê xwe, 300 şaredarên me çêdibin, ji ber sîstema me ya hevserokatî.”

     

    Piştî axaftina Uca Profesor Mary Davis mafê axaftinê wergirt û di derbarê pirsgirêka jinan şîrove kirin. Axaftina Davis hat wergerandinî Tirkî. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

  • 8 Adarê li Londonê bi çalakiyên cihereng hat pîroz kirin

    Ji hêla Platforma piştevaniya jinan ya Londonê ve jibo 8´ê Adarê roja jinan gelek çalakiyên cihereng hatin kirin. Fînala pîrozbahiyên 8´ê Adarê bi şahiyekê hat dayîn. Berî şahiyê bi dahol û defan jinan li navenda Haringeyê meşek li dar xist.

    Bi sedan jin bi kincên xwe yên gelêrî li Navenda Civaka Kurd ya Haringeyê kom bûn. Berî şahiyê jinan meşek li dar xist. Piştî meşê bi sedan jin li eywana KCC cihê xwe girtin. Şahî bi deqek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku dê rê nedin ku keda wan nedîtî bimîne û dê bi şoreşa jinê dîroka mirovahiyê binivîsin.

    Piştî axaftinê peyama rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya jibo 8´ê Adarê hat xwendin. Di peyamê hat gotin ku, civakeke ku jin tê de ne azad be, em nikarin qala azadiya wê civakê bikin. Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir ku şoreşeke mezin a azadiyê jênevegeriya jiyana watedar e û got, “Ji ber vê yekê divê şoreşa Rojhilata Navîn weke şoreşeke azadiya jinê bi pêş biçe. wekhevî û azadî bi mijara jinê dikare pêk were. Şoreşa me şoreşa jinê ye. Emê koledariya jinê ji holê rakin. Ya me şoreşa çînî ye. Şoreşa jinê şoreşa pêşeng e. Asta heyî, nîvê rê ye. Lê divê neyê ji bîrkirin, ya girîng dawiya rê nîne, meşa bi coş, eşqa kolektîf û bedewiyên di rê de ye.”

    Piştî axaftinan Koma Govendê ya Jinan koma şanoya jinan derketin ser dikê. Komên mûzîkê Venge Dûr û Koma Zelal jî di bernamê de cihê xwe girtin û bi sitranên xwe gel coşandin. Bername bi dirûşme tilîlî û govendê bi dawî bû.

  • Dewleta Îngilîz li ´Web Cam´a we dinêre

    Li gor rojnameya The Guardian, GCHQ (Baregeha Hikûmetê ya Peywendiyê), ajansa ku karê wê miraqibe, bi rêya Yahoo Messenger peyivînên bi kamera kom dike. Bi rêya programa ‘Optic Nerve’ û bi alîkariya Ajansa Emniyetê ya Amrîke (NSA), ev komkirin hat encamdan, û bi milyonan wêne û vîdyoyên kesên bêguneh arşîvkirin.

     

    Bi tenê di şeş mehên 2008an de 1.8 milyon ‘webcam chat’ berhev kirin, gelek ji wan jî cinsî bûn. Karmendên GCHQ bêsinor karîbun li wan arşîvan binêrin, li gel wan wêneyên ku tê de mirovên xwe tazî kiribûn yan çalakiyên seksî kiribûn. Navên wan kesan li gel zanyariyên taybet weke navnîşan û hesabên wan yên din jî ji karmendên GCHQ re berdest bûn.

     

    Programa Optic Nerve di belgeyên Edward Snowden de hatiye berçav, û berfirehiya çalakiyên miraqibeyê nîşan dide. Dema daxuyanî ji hat Yahoo xwestin, şîrketa Amerîkî bi awayekî tund bersiv da:

     

    “Haya me ji programa Optic Nerve nebû, û em bi ti awayî binpêkirineke evqas giran ya prîvasiya bikarînerên Yahoo qebûl nakin. Ev rapor, eger rast be, bêbextiyek e li dijî hevwelatiyan, û em bang li hemû hikûmetên Cîhanê dikin ku qanûnên prîvasiyê rêform bikin, da kû mafên insanî bên parastin.”

     

    GCHQ li ser vê bûyerê bersiv neda lê got:

     

    “Prensîba me ew e ku em li ser çalakiyên xwe ti daxuyaniyan nedin”

     

    Piştre dibêje:

     

    “Her çalakiyek ku ji aliyê me tê encamdan li gor qanûnên Brîtanyayê ne. GCHQ ti caran tiştekî ku nekeve di nav sînorên qanûniyê de nekiriye, û nake. Çavdêriyeke xort li ser çalakiyên me heye.”

     

    Belgeyên GCHQ behsa wan kesên ku ji bo hevdû xwe tazî dikin, dike:

     

    “Mixabin ku hinek kes Yahoo ji bo karên seksî bikartînin. Ev kes bejna xwe bêyî kinc nîşanî hev dikin, û Yahoo rêdide ku yek kes ji gelek kesan re kamera veke û  xwe nîşanî wan bike. Ev dibe guman ku Yahoo chat ji bo firotina pornoyê tê bikaranîn.”

     

    Herwiha dibêje ku nêzî 12% ji wêne û vîdyoyên ku hatîne komkirin dîmenên seksî ne. Belge dibêjin ku GCHQ hewl neda ku dîmenên wiha ji karmendan re bên veşartin.

     

    Gelek kes vê bûyerê wek derbeyeke mezin li Yahoo dibinîn. Yahoo hejmareke mezin ji bikarhînerên xwe ji dest dane di salên borî de. Piştî hatina Skype, Facebook û Whatsapp bo meydanê, bikaranîna Yahoo bo peywendiyên civakî ketiye xwar. Ev rapor jî baweriya xelkê ji Yahoo re li erdê dixe. Li Twitterê hezaran kesan jêbirina hesabên xwe yên Yahoo ragihandin. Yahoo di daxuyaniya xwe de ev jî got:

     

    “Bawerî li cem me tiştê herî giring e. Vê bûyerê baweriya bikarhîneran şkand lê em dixwazin bînin ziman ku em herdem hewl didin ku prîvasiya endamên xwe biparêzin. Di mehên bên de em dê bişîfrekirina her perçeya Yahoo berfirehbikin, da ku ev tiştê îro hatî eşkere kirin ti car dubare nebe.­­­­”

     

    Nûçe: Amed Hruri / Telgraf

  • Awaza 21 Salan li Londonê bû

    Di şeva piştevaniya EL-COMê de Kardeş Turkuler derker ser dikê

     Di Şeva piştevaniyê ya Navenda Civaka Elbistanê de Kardeş Turkuler bi 12 zimanan stranên xwe pêşkêş kirin.

    Şeva piştevaniyê ya ku roja Şemiyê li salona Dominion Centre hatî li darxistin, bi axaftina rêvebirê EL-COMê Ersin Cimikoglu dest pê kir.

     

    Piştî axaftinan Koma Awaz ya ku xebatên xwe li Îngîlîstanê dimeşîne derket ser dikê. Koma Awaz çend stranên xwe diyarî girtiyên nexweş yên li zîndanên Tirkiyê kirin.

    Di dawiya şevê de Kardeş Turkuler derket ser dikê û bi 12 zimanan sitranên xwe pêşkêş kirin. Koma ku ev 21 salane xebatên xwe dimeşîne li hember elaqeya mezin kêfxweş bû û bi sitranên xwe guhdarvan jî kêfxweş kirin. Piştî xelasiya bernamê jiber xwesteka zêde Kom dîsa derket ser dike û sitrana xwe ya jibo Berxwedana Geziyê amade kirî sitirî. Piştî sitranê dirûşma “Her der Taksîm, Her der Berxwedan” li salonê bilind bû.