Ciwanê 18 salî yê Kurd ji Brîtanya tevlî DAÎŞê bû

Isis
Beriya sê mehan, di meha Adarê de, xortekî Kurd li bajarê Coventry yê Înglîstanê dijî, bar kir û çû ber bi Rojhilata Navîn.
Rojeva Brîtanya vê hefteyê ciheke mezin dide xortên Brîtanî yên berê xwe dane Rojhilata Navîn û tevlî refên Daîşê bûne.
Bavê Mohamad Hadî, Mahir Hadî, meha Adarê ji polîsan re gotiye ku kurê wî winda ye. Derket hole ku Mohammed çûye Sûrî lê bavê wî nexwest bawer bike.
Kesekî ku diçe mizgefta Mahir Hadî diçê ji rojnameya me re ragihand ku “Mahir ji bona çûna kurê xwe têk çûye. Pirsgirêkên psikoljîk pê re peyda bûne. Dema di derbarê kurê wî de jê pirsan dikin, ew bersiva kesekî nade.”
“Mahir ji ber kurê xwe sertewandî ye. Dibêje ku Mohammad wî û malbata wî şermezar kiriye. Berê têkiliyên wî û hemû kesên din li mizgeftê, û di komela Kurd de li Coventry xweş bûn, û kesekî keyfxweş bû bi giştî, lê niha tê û bi tena xwe nimêja xwe dike û naxwaze bi kesî re biaxive.”
Hadî ne yekem kurd e ku ketiye di nava refên Daişê de. Destpêka 2014´an li hinek mizgeftên Herêma Kurdistanê çalakî hatin li dar xistin ji bo ku zarok û xort tevlî Daişê bibin. Asayîşa herêmê ev çalakî sekinandin lê çalakvanan cîvînên şevê dan dest pê kirin, heya berpirsên van hereketan hatîn binçav kirin û hukim kirin.
Ji hesabên cîhadiyan li Twitterê diyar e ku Mahir niha li bajarê Sirra ye, nêzî sînorê Iraqê.
Gava jê hat pirs kirin ka çend Brîtanî çûne şer, Hague got ku “ji 500 kesan bêhtir in.” Di vîdyoyeke propaganda de, sê şervanên Daîşê tê de ‘dawayê’ dikin û bang li misilmanên diaspora û welatên Rojhilatî dikin ku bên nav Daişê û tevlî cîhadê bibin. Lê endamê perlementoyê yê Birmingham Khalid Mahmood dibêje ku ji 1500 Brîtanî bêhtir niha li Sûrî û Iraqê şer dikin.
Ji wan her sê ciwanên di vîdyoyê de tên dîtin li bajarê Cardiffê dijîn. Dema derket hole ku zarokên wan tevlî Daîşê bûne, Bavê wan hasten xwe wiha anîn ziman:
“Min bawer nekir, ez giriyam, dayika wî ji hiş çû. Ez wek Fileh û Cihûyan bawerî bi kuştinê naînim. Hêvîdar im ku kurê min jî herwiha bawerî pê neîne.”
Di vîdyoyê de, Reyad, 20 salî û heyranê sporê, daxwaz ji hemû misilmanên cîhanê dike ku tevlî şer bibin. Beriya çend mehan fikrên xwendina tendirustiyê dikir, lê di serê wî de guhertinek çêbû.
Bavê wî dibêje “Ev guhertin tiştekî nû ye.” “Berê diçû mizgefteke yemenî lê di van mehên borî de dest bi serdana mizgeft û navendên îslamî yên din kir. Ez nizanim ji ku ev fikr peyda kirin lê ne ji malbata xwe girtiye. Dema mezin dibûn, tirsa min ew bû ku nêzî narkotîkan bibe, min qet fikra radîkal nekir.”
Yekî din, Nasir, hevalê dibistanê yê Reyad, ji malbata xwe re gotibû ku wê biçe semînareke îslamî li bajarekî din. Bi awayekî normal xatir xwest, û ew bû cara dawî ku malbata xwe dît.
“Me polîs agahdar kirin dema Nasir venegeriya.” Piştî çend mehan diyar bû ku ne li Shropeshire ye, lê li Sûrî ye.
Beriya çar salan, di 16 saliya xwe de, Reyad Xan nivîsandibû ku ew dixwaze bibe yekem serok wezîrê asyayî li Brîtanya. Li gel hemû kesî heval bû, û ti fikrên îslamizmê li cem wî nebûn. Guhertinên mezin li cem wî peyda bûn di çend salên kurt de. Mohammed Sarul Islam, endam encûmenê berê yê Cardiffê red dike ku misilman li mizgeftên bajêr tên radîkal kirin. “Islam di berdewama axaftina xwe de got “Meleyên radîkal di internetê de serê zarokên me dişon.”
Bavê kurekî din li Coventry gotiye ku îmamekî Brîtanî kurê wî radîkal kiriye.
“Diçû mizgeftê û pişt re hêdî hêdî fikrên radîkal li cem wî peyda bûn.”
Amed Hirorî–Telgraf

CATEGORIES
Share This