‘YE girîngtirîn aktorê Rojhilata Navîn Kurdan ji nedîtî ve tên’

jeanlambert
Parlamentera Îngilîz Jean Lambert di paneleke li zanîngeha SOAS a li Londonê de axivî û diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn di asteke bilind de roleke girîng dileyizin û anî ziman ku welatên Ewropayê vê yekê ji nedîtî ve tên. Lambert da xuyakirni ku di rewşa heyî ya kaosê de Rojava û Başûrê Kurdistanê herêmên herî bi ewle ne.
Di panela hevpar a ji aliyê Kampanya ji krîmînalîzekirina civakan re Na (CAMPACC), Kampanya Aştî ji Kurdistanê re û Civaka Kurd a SOAS’ê ve hat organîzekirin de, Parlamentera Parlamenta Ewropayê (PE) Jean Lambert, dîroktora bernameya diyalogê ya Weqfa Berhofê Luxshi Vimalarajah, Adem Uzun, parêzer Selma Benkhelifa û endamê COMPACC’ê Desmond Fernandes weke axaftvan amade bûn. Panela ku ji aliyê Dilar Dîrîk a li Zanîngeha Cambirdge doktora xwe dike ve hat birêvebirin, Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun peyamek bi dîmen şand.
Axaftina destpêkê ya panelê ji aliyê Vimalajarah ve hat kirin û der barê xebatên Weqfa Berghofê de agahiyên berfireh da.

Adem Uzun Londra panel
Selma Benkhelifa jî ku di heman demê de parêzeriya Adem Uzun kir, di axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta Fransayê li ser daxwaza dewleta Tirk bi sûcdariyeke bêbinî û bi komployeke pêkenok a îstîxbarata Fransayê Adem Uzun hat girtin û darizandin.
Parlamentera Partiya Keskan a Parlamenta Ewropayê Jean Lambert jî di axaftina xwe ya li panelê de diyar kir ku hebûna navê PKK’ê li lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê (YE) pêvajoya çareseriyê xetimandiye û destnîşan kir ku divê navê PKK’ê ji vê lîsteyê bê derxistin.
EGER BI LEZ TEVNEGERE WÊ FIRSEND JI DEST BIÇE
Lambert ragihand ku pêvajoya muzakereyê ya navbera YE û Tirkiyeyê lawaz bûye û got, “Divê YE xwe sererast bike, ji ber ku di pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê dewam dike de berpirsyariyên ciddî dikeve ser milê Yekitiya Ewropayê jî. Tê dîtin ku dema YE bikeve nava tevgerê bandorê li Tirkiyeyê dike û rê li ber guhertinê vedike. Eger em bi lez tevnegerin, dibe ku em vê firsenda heyî ji dest birevînin.”
KURD LI ROJHILATA NAVÎN AKTORÊ HERÎ GIRÎNG E
Lambert ragihand ku Kurd di rewşa heyî de yek ji aktorên herî girîng ê Rojhilata Navîn e û got, “Bi demê re em baştir dibînin ku Kurd li herêmê roleke gelekî girîng dileyze. Eger mirov li karesata li Iraqê tê jiyîn binêrin, tê dîtin ku cihê aramî lê ye û bi sed hezaran mirov diherikin wê derê Kurdistana Iraqê ye. Dîsa dema mirov li Sûriyeyê û Rojava binêrin bi awayekî zelal tê dîtin, ku Rojava cihê herî ewle ye. Lê xuyaye ku Yekitiya Ewropayê çavên xwe li Rojavaya aram û xwedî potansiyeleke xurt a demokratîkbûyînê girtiye û naxwaze di vê mijarê de biaxve. Yanî diyar e ku hikûmet aştiyê naxawzin û û naxwaze bi Kurdên ku di vî warî de xwedî daxwaz e, biaxive. Ezê vê mijarê bixim rojeva Parlamenta Ewropayê.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

CATEGORIES
Share This