Kurdistaniyan Şehîd Soro Pêşwazî Kirin

Kurdistaniyan Şehîd Soro Pêşwazî Kirin

Kurdistaniyên li Manchesterê şervanê YPG’ê yê Ingilîz, Soro Zinar (Luke Rutter) ê li Reqayê şehîd bûyî, pêşwazî kir. Kurdistaniyan alayên YPG, YPJ, KCK´ê û wêneyên înternasyonalîstên li rojava şehîdbûyî hilgirt, rêz ji wan re nîşan da. 

 

Şervanê YPG’ê yê Ingilîz, Soro Zinar (Luke Rutter) ku li Reqayê şehîd bû, li welatê xwe ji hêla bi sedan Kurdistaniyî ve pêr hat pêşwazîkirin.

Şoreşgerê Ingilîz Soro Zinar ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, cenazê wî şandin welatê wî. Bi sedan Kurdistaniyî Rutter pêşwazî kir.

Luke Rutter li bajarê Liverpoolê jidayik bûbû û Adara jî çûbû Rojava û tevlî nav refê YPG’ê bûbû. Rutter 6’ê Hezîranê di şerê li nav bajarê Reqayê de şehîd bû. Li gel Rutter 2 şervanên din ên înternasyonalîst şehîd bûbûn. Cenazeyê Rutter beriya bi 3 hefteyan bi merasîmekê ji Dêrikê şandibûn Başûrê Kurdistanê.

‘Ew ê di dilê Kurdan de bijî’

Piştî kar û barên fermî cenazeyê Luke Rutter şevê din gihîşte balafirgeha Manchesterê. Bi sedan Kurdistanî li balafirgehê bi qerenfîlan û bi dirûşmên ‘şehîd namirin’ Rutter pêşwazî kir. Li gel wêneyên Rutter wêneyên 3 şervanên din ên Ingilîz ku di demên cuda de li Rojava şehîd bûbûn, hatin hildan. Her wiha di merasîma pêşwazîkirinê de alayên YPG’ê, YPJ’ê, PKK’ê, KODAR û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin hildan.

Xelkê wesayita cenaze bi qerenfîlan xemiland û deqeyekê rêz hate girtin. Piştre di axaftinan de hat gotin, Rutter di dilê Kurdan de tim wê leheng bimîne: “Ji bo ku dawî li barbariya DAIŞ’ê bû û ne tenê gelên Rojava hemû gelên dinyayê ji bo ku bi azadî bi hev re bijîn, Luke Rutter jiyana xwe feda kiriye.”

Ji bo nirxên mirovahiyê

Di pêngava rizgarkirina navenda bajarê Reqayê de, roja 6’ê Hezîranê tevî Luke Rutter û 2 Înternasyonalîstên Emerîkî, 6 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Soro Zinar (Luke Rutter) ê 24 salî, meha Adara îsal tevlî nav refên YPG‘ê bûbû û bû Ingilîzê çaremîn ku di nava du salan de li Rojava jiyana xwe ji dest da. Ryan Lock bi nasnav Berxwedan Gîvara meha Kanûna 2016’an, Knostandinos Erik Scurfield Adara 2015’an û Dean Evans jî 21’ê Tîrmeha 2016’an li Rojava jiyana xwe ji dest dabû.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji malbata Soro Zinar re nameyek şand û destnîşan kir, ku Rûtter dema ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşiya şehîd bûye.

Lûke Rûtter, demeke kin beriya şehîd bibe di dîmenekî de ji hezkiriyên xwe re gotibû, “Hêvîdar im hûn ê hemû hurmetê nîşanî vê biryara min bidin. YPG, ji bo aştî bê herêmê, şensekî mezin e.” Piştî merasîma pêşwazîkirinê, cenazeyê Rutter ji bo otopsî bê kirin, canaze rakirin nexweşxaneyê. Piştî otopsiyê wê ber bi bajarê Birkenheadê ve  bê şandin ku malbata wî lê ye û li vir bê veşartin .

CATEGORIES
Share This