Polêsên Îskoç: Em ji ber rewşê xemgîn in

Polêsên Îskoç: Em ji ber rewşê xemgîn in

Hefteya borî li paytexta Îskoçya Edînbûrghê, polîsan avêtibûn ser malên Kurdan. Piştî ku Kurdistaniyên li Edinburghê û dostên Kurdan bênavber çalakî li dar xistin û zextên polêsan şermezar kirin, poles mecbûr man ku biçin Navenda Civaka Kurd ya Edinburghê û bersiv bidin endamên Meclîsa Gelê Kurd ya Îskoçya.

Berpirsên Departmana Polêsan ya Îskoçya Alan Carson û Andy Jones duh çûn Navenda Civaka Kurd ya Edinburghê û pirsên Kurdan bersivandin. Polêsan dan zanîn ku ev jiber giliyek hatiye kirin û di çarçoveya vî gilêyê hatî kirin de lêpirsîn hatiye dest pê kirin û jiber vê yekê polêsan li çend malên Kurdan lêgerîn kiriye. Polêsan dan zanîn ku ji ber ku hîna lêpirsîn berdewam dike ew nikarin zêdetir agahiyê bidin.

Derdora 50 endamên Meclîsa Gelê Kurd di civînê de amade bûn. Jibo piştgiriyê berpirsê sendîqaya Unisonê Stephen Smile û endamê Partiya Keskan yê Parlamentoya Îskoç Ross Geer ji di civînê de amade bûn.

Berpirsê departmana polêsan Alan Carson di axaftina xwe de anî ziman ku Kurdên li Edinburghê dijîn aşitîxwaz in û bandoreke erênî li bajarê Edinburghê dikin. “Ev serdegirtinên malan jiber ku gilî hatiye kirin pêk hatiye. Jiber ku lêpirsîn berdewam dike mixabin em nikarin bêhtir agahî bidin. Lê dixwazim bibêjim ku jiber vê aloziya pêk hatî em xemgîn in. Jibo ku têkiliya me bi gelê Kurd re xera nebe çi ji destê me be em ê bikin.”

Endamên din yê polêsan Jones jî di civvînê de axivî û anî ziman ku, nerazîbûnên gelê Kurd dên werin lêkolîn kirin û nîqaş kirin.

Berpirsê Sendiqaya Unison Stephen Smilie jî anî ziman ku divê ew rewş were lêkolîn kirin û dê vê rewşê bibin heta Wezareta dadê û divê ev tişt carek din newin dubare kirin.

Heftaya borî polêsan avêtibûn ser mala 5 endamên meclîsa gel û welatparêzan û dest danîbûn ser pirtûk û pereyê şexsî yê Kurdistaniyan. Polîsan deriyê komeleyê şikandibûn û dest danîbûn ser wêne û eşyayên komelê.Di serde girtinan de kesek ne hatibûn binçavkirin.

Berdevkê polêsan li Edinburghê dabû zanîn ku di destê Polêsa Scotland de fermanek hebû û rayêdaran têne ev ferman bi cîh anîne. Bi hinceta ku lêpirsîn berdewan dike, polês nedixwest bêhtir agahiyan bide. Berevajî daxuyaniya polêsa, berpirsên Navenda Civaka Kurd diyar kirin ku têne ji ber ku ew Kurd in ji hêla polêsan ve hatine hedef girtin û dûçariyên wan nîjadperest in.

 

CATEGORIES
Share This