Li Dîwarê Aştiyê yê li Belfastê dor a Ocalan e!

belfast
Li paytexta Îrlanda Bakur Belfastê, li Dîwarê Aştiyê yê Navneteweyî dor hat Ocalan. Li Dîwarê Aştiyê, tevî wêneyê mezin ê Ocalan cih ji gotinên wî yên “Aştî ji şer zehmettir e. Em ji şer netirsiyan û me li ber xwe dan. Emê ji avakirina aştiyê jî netirsin” hat veqetandin. Rêberê Gelê Kurd weke şoreşgerekî bi raya giştî re hat nasandin.
Li paytexta Îrlanda Bakur Belfastê, Internacia Kolektivo (Kolektîfa Navneteweyî) biryar da beşdarî kampanya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî (Freedom For Ocalan) bibe. Kolektîfa Navneteweyî ku Baskî, Katalanî, Kolombiyayî, Îrlandayî, Fîlîstînî, Îtalî, Kurd, Fransî û Spanî di nav de cih digire, bi armanca destekkirina Kampanya ji Ocalan re Azadî de, wê bi Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê, Roj Women, Navenda Civaka Kurd (Kurdish) û Mala Gel re hin rêze çalakî û xebatan bimeşîne.
Di çarçoveya vê xebatê de, destpêkê hewldan hat kirin ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dîwarê Aştiyê yê Navneteweyî yê li Belfastê ku navdar e, were bicihkirin. Di encama hewldanan de afîşa kampanya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî, bi boyaxê li dîwar hat xêzkirin.
JI MANDELA HETA OCALAN…
Li dîwarên ku li Belfastê di pêvajoyên şer de hatin çêkirin û piştî Peymana Aştiyê ya sala 1998’an navê ‘Dîwarê Aştiyê’ lê hat kirin, wêneyên Nelson Mandela, Che Guevera, zarokên Fîlîstînî, şoreşgerên Îrlandayî yên di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan û hemû gelên bi dest cih digirin. Li Dîwarê Aştiyê ku veguheriye sembola Belfastê û rastî pêwendiya tûrîstan tê, li ser wêneyê Ocalan ev gotinên balkêş ên Ocalan ên ji bo aştiyê cih girtin: “Aştî ji şer zehmettir e. Em ji şer netirsiyan û me li ber xwe dan. Emê ji avakirina aştiyê jî netirsin.” Ocalan bi gotina “Şoreşgerek, dîlgirtiyek, ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li girtîgehê tê ragirtin” bi raya giştî re hat nasandin.
Kolektîfa Navneteweyî, di çarçoveya Kampanya ji Ocalan re Azadî de wê roja 7’ê Tîrmehê li ber wêneyê Ocalan ê li Dîwarê Aştiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Li dû daxuyaniyê wê wêneyê wêneyê li Dîwarê Aştiyê were kşandin, li binî navê Kolektîfê were nivîsandin û bi nameyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê şandin.
‘WÊ STANDÊN ÎMZEYAN BÊN VEKIRIN’
Kolekîfa ku bi armanca piştevaniya gelên bindest ava bû û di çarçoveya mafên mirovan, demokrasî û aştiyê de dixebite, her wiha piştgiriyeke xurt dide Kampanya Îmzeyan a ji Ocalan re Azadî. Di vê çarçoveyê de wê li kolanên herî qelebalix ên Belfastê standên îmzeyan veke. Kolektîfa Navneteweyî dibêje nêrînên Ocalan asoyekî nû daye Rojhilata Navîn. Her wiha dixwaze tavilê dawî li ragirtina Ocalan bê anîn.

CATEGORIES
Share This