Li Londonê sedhezaran Îsraîl şermezar kir

londra gazze protesto2

Êrîşên dewleta Îsraîlê yên lî hember Gazzeyê li paytext Londonê bi tevlîbûna sedhezar kes hat şermezar kirin.

Bi banga ´koalisyona ji şer re na´ roja Şemiyê li navenda Londonê bi piştgiriya gelek saziyên mafên mirovan çalakiyek hat lidarxistin. Çalaki li pêşiya serokwezareta Îngîlîstanê destpêkir û heta sefaretxaneya Îsraîlê berdewam kir.

Li pêşiya sefaretxaneya Îsraîlê axaftin hatin kirin û ji dewleta Îsraîlê hat xwestin ku dawî li êrîşên xwe bîne.

 

Bîlançoya Gazzeyê: 502 Filistînî, 18 leşkerên Îsraîlê mirin

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li hemberî Gazze ya di bin kontrola Hamasê de, 140 jê roja Yekşemê heta niha herî kêm 502 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Windahiya Îsraîlê jî 18 leşker e.

Artêşa Îsraîlê ji 8’ê Tîrmehê û vir ve êrîşî Şerîda Gazzeyê dike. Ji destpêka operasyonê û vir ve êrîşên herî kujer roja Yekşemê rû dan. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî li rojhilatê Gazzeyê di bombebarana li hemberî Şecaiyye de herî kêm 72 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di nava tevahiya rojê de bi giştî 140 Filistînî bûn qurbanî.

Di êrîşên roja Yekşemê de li Şecaiyye’yê zêdeyî 250 kes birîndar bûn, 450 kes jî di tevahiya êrîşên li hemberî Şerîda Gazzeyê de birîndar bûn.

Di êrîşa hewayî ya îro danê sibê li hemberî Refah a li başûrê Şerîda Gazzeyê de 7 jê zarok 9 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Qurbaniyên vê sibê hemû ji malbatekê bûn. Li başûrê Şerîda Gazzeyê li Han Yûnûsê, ji binê xirbeyê xaniyekî beriya niha rastî bombebaranê hatibû îro danê sibê cesedê 16 Filistîniyan hatin derxistin.

Ji aliyê Îsraîlê jî di nava 24 saetên dawî de li Şerîda Gazzeyê 13 leşker mirin. Ji 8’ê Tîrmehê û vir ve hejmara leşkerên Îsraîlê yên hatin kuştin derket 18’an. Ev yek ji sala 2006’an û vir ve ji bo artêşa Îsraîlê windahiyên herî giran e. 7 ji van leşkeran di dema derbasbûna maşîneke zirxîn de di bombebaranê de û 3 jê jî li du nuqteyên cuda yên avahiyeke şewitî di gulereşandinê de mirin. Ji aliyê Îsraîlê her wiha 2 sivîl ji ber avêtina rokêtan jiyana xwe ji dest dan.

Di vê navberê de hat diyarkirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê, li dibistanên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tên birêvebirin 81 hezar Filistîniyan xwe lê girtine.

Ji NY’ê bo Gazzeyê banga agirbestê

 

Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, piştî hevdîtina lezgîn banga agirbesta demildest kir. Israîl jî bi şev bombebarana xwe berdewam kir û bû sedema mirina 38 Filistiniyî.

Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, piştî hevdîtinên xwe yên lezgîn, ji bo Gazzeyê banga agirbesta demildest kir.

Hevdîtina lezgîn a Konseya Ewlehiyê piştî daxuyaniya sekreterê giştî yê NY’ê Ban Kî-moon ku komkujiya Israîlê li Gazzeyê pêk anî bû wek çalakiyeke ‘qirêj bi nav kir’ hat.

Qasidê NY’ê yê Ruandayê, Eugene Gasana, da zanîn ku welatên endamê Konseya Ewlehiyê ji belavbûna pevçûnan û wendahiya can bi fikarin û banga parastina sivîlan jî têde divê li dijî hiqûqa mirovahî ya navnetewî rêzdar bin.

Di êrîşên Israîlê ya roja yekşemê de 13 leşkerên Filistînê mirin û 100 Filistiniyî jî jiyana xwe ji dest da.

NETANYAHU:OPERASYON DÊ BIDOME

Serokwezîrê Israîlê Benjamîn Netanyahu, da zanîn di komkujiya Şucaiyye de hejmara leşkerên wan yên mirine 18 e û got dê operasyon bidoem. Netanyahu da zanîn ku operasyon dê bidomin.

DYA: DU LEŞKERÊN ISRAÎLÊ WELATIYÊN DYA’YÊ BÛN

Berdevkê wezareta Karê Derve ya DYA’yê Jen Psakî, da zanîn ku ji leşkerên ku mirine yên Israîlê du heb welatiyên DYA’yê bûne.

Wendahiyên roja yekşemê yên Israîlê wendahiyên herî mezin yên salên dawî ne.

HAMAS: ME LEŞKEREKÎ ISRAÎLÊ DÎL GIRT

Rêxistina Hamasê ya Filistinê jî da zanîn ku wan leşkerekî Israîlê dîl girtiye û Israîlê jî got emê bûyerê lêkolîn bikin.

NY: 83 HEZAR Û 600 KES JI WARÊ XWE BÛ

Neteweyê Yekbûyî anî ziman ku ji roja êrîşên Israîlê destpêkirine het aniha li Gazzeyê 83 hezar û 695 kes ji cihên xwe bûne û hejmar jî roj bi roj zêde dibe.

KOMKUJÎ PARAST

Netenyahu komkujiya Şucaiyeyê prast û da zanîn ku leşker neçare bikeve cihê ku nifûs lê zêde ye û îdia kir ku ji bo ku sivîl herêmê terk bikin bang kir.

38 FILISTÎNIYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Di êrîşên Gazzeyê de dawiya hefteyê wendahiya can zêde bû roja duşemê di saetên zû de 38 Filistiniyî jiyana xwe ji destda. Li gorî rayedarên tenduristiyê  hejmara miriyên Filistinê gihiştiye 476’an, birîndar jî  bûn 3 hezar.

Êrîşa Israîlê di 8’ê Tîrmehê de bi bombebarana hewayî dest pê kir û piştre jî roja pêncşemê tevgera bejayî dest pê kir.

 

CATEGORIES
Share This