SERLÊDANÊN PÊŞBIRKA HUSEYÎN ÇELEBÎ

huseyin celebi 

Serlêdanên ji bo 22’yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji sala 1993’yan û vir ve ji aliyê Yekitiya Xxwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin berdewam dike.

 

22’yemîn Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî di 15’ê gulanê de dest pê kiribû berdewam dike. Serlêdanên ji bo 22’yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji sala 1993’yan û vir ve ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê li dar xistin ji 15’ê gulanê û vir e ye dewam dikin. Beşdar dikarin heya 31’ê tebaxa 2014’an berhemên xwe bi zimanê kurdî (kurmancî, dimilkî û soranî), tirkî, aramî an jî zimanê almanî bişînin navenda YXK´ê. Merasîma xelatên pêşbirkê jî dê di 25’ê cotmehê de li Frankfurta Almanyayê pêk were. BÎRANÎNA ÇELEBÎ YXK’Ê têkildarî çalakiya îsal daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de têkildarî pêşbirkê agahî dan. Di daxuyaniyê de YXK’ê van agahiyan da: Rêhevalê me Huseyîn Çelebî di sala 1992’yan de di nav refê Tevgera Azadiyê de şehîd ket. Ji bo bîranîna wî her sal pêşbirk tê lidarxistin.

Em Serokê rûmetê yê YXK’ê Huseyîn Çelebî û di kesayetiya wî de hemû şehîden ku di tekoşîna azadiya gelan de canê xwe feda kirine, bi bîr tinin. Bîranîna wan pakrewanên ku pêvajoya guhertinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo azadiya gelan şer kirine û li ser vî esasî jiyana xwe ji dest dane, rûmetek gelek mezin e. Di mijara destkeftin û pêşketinên îro de, em deyndarê şehîdan in. Di kesayetiya wan de em ê wek ciwanên kurd ên sosyalîst û demokrat têkoşîna ku hatiye destpêkirin, berdewam bikin, xwedî li nirxên gerdûnî ên ku şehîdên me jiyana xwe di ber de dane derkevin û bibin şopdarê rêya wan.”

RONESANSA ROJHILAT YXK

di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku armanca şerê şoreşgerî a li Kurdistanê ne bi tenê bidestxistina azadiya mafê siyasî û çandên civakên bindest e û ev tişt li daxuyaniyê zêde dike: “Ew avakirina demokrasiya bingehîn û ronesansa Rojhilata Navîn e û bi ruhê nû yê mirovperweriye nirxên kevn ê mirovahiyê yê ku bi hilweşandinê re rû bi rû maye, zindî dike. Ev zindîbûn xwe bi taybetî di çand, huner û gelek qadên civakî de nîşan dide.

Civaka kurd bi îradeyek xurt, civakek ehlaqî û polîtîka û xwe li dijî bandora zihniyeta kapîtalîzma modern diparêze. Kurd bi civakên cuda re li her çar parçeyên Kurdistanê bi azadî, dadyane û biratî hevbeş dijîn, mînaka herî baş jî şoreşa li Rojava ye. Rojava mînak û bersivên hêviyên civakên Rojhilata Navîn e. Hêviya jiyanek aram, azad û bi rûmet e. Li ser vî esasî em 22’yemîn Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî pêşkeşî şoreşa li Rojava dikin.”

RENGEKÎ DÎTIR; ARAMÎ

Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî êdî xwe veguherandiye platformeke ku mirov hest, fikir û ramanên xwe bi hunera hêjayî bi cîhanê re parve dike. Ev pêşbirk şibakekê ji bo hezaran girtiyên siyasî ên li Kurdistan û Tirkiyeyê vedike. Sala bihurî 485 berhem ên dîlên azadiyê gihîştine pêşbirkê. Îsal YXK bi rengek dîtir, bi berhemên zimanê aramî pêşbirka xwe dewlemendtir dike.

 

Şert û mercên tevlibûnê

ŞERT û mercên beşdariyê yên 22’yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê YXK’ê ve tê lidarxistin, ev in; Zimanê tevlibûnê; kurdî (kurmancî, dimilkî, soranî), almanî, aramî û tirkî ye. Divê berhem berya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin. Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin. Beşdar divê berhemên xwe tevî kurtejiyana xwe herî dereng heta 31’ê Tebax a 2014’an bi rêya poste an jî bi rêya E-mailê bigihînin destê me.

 

 

Navnîşan

 

Edebiyatetkinligi

 

Postfach 900450

 

60444 Frankfurt-Germany

 

Email: huseyin-celebi@yxkonline.de

 

Ji bo pirs û agahîyên berfireh ji mera E-maîll bişînin: info@yxkonline.de

 

 

 

 

CATEGORIES
TAGS
Share This