Category: Uncategorized

  • Bi hezaran kes di festîvala Day-Merê li hev kombûn

    Bi hezaran kes di festîvala Day-Merê li hev kombûn

    Yek ji rengîntirîn festîvala civaka me ya Londonê Festîvala Çand û Hûnerê ya Day-Merê bi şahiya li Clissold Parkê bi dawî bû. Festîvala ku 28emîn salvegera wê pêk hat Ji deh hezaran zêde mirov tevlî şahiya wê ya dawîn bûn.

     

    Festîvala ku di 14ê pûşberê de dest pê kir piştî çalakiyên cûr be cûr yên wekî pêşengeh, geşt, panel hevpeyvîn, şahiya zarokan, şahiya ciwanan, yek ji xweşiktirîn parkên Londonê Clissold Oarkê bi şahiyeke hat bi dawî kirin.

    Di festîvalê de qurbanîyên qetlîama Sêwasê û şewata Grenfell Towerê hatin bibîranîn.

    Li ser dikê stranên tirkî, kurdî û îngilizî

    Komên govendê yên zarok û ciwanan ên Daymerê di şahiyê de goven gerandin. Di programa şahiyê a muzîkê de stranên kurdî, tirkî û îngilizî hatin gotin. Kardeş Turkuler, Don Kipper koma Balkan û Erkan Aydar bi performansên xwe yên serkeftî coşa girseya ku tevlî şahiyê bûbûn zêdetir kirin.

    Binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê û tasarrufên li Brîtanyayê

    Siyasetmedar, rojnamevan û sendîkavanên ku di programa şahiyê de axivîn bêtir li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê û tasarrufên li Brîtanyayê sekinîn. Seroka Day-Merê Aslı Gul di axaftina xwe de rewşenbîrên k udi 1993an de li Sêwasê di otêla bi navê Madımakê de hatibûn şewitandin bibîranî û diyar kir ku ew bîra ku wan rewşenbîra şewitandiye îro li tirkiyê desthilatdar e.. Gul di dirêjahiya axaftina xwe de dest nîşan kir fehma ku rewşenbîran li Sêwasê şewitand û fehma pergala şaredariya kapîtalîst a ki Grenfell Towerê kedkaran şaewitan heman fehm e.

  • Danûstandinên Brexîtê destpêkirin

    Danûstandinên Brexîtê destpêkirin

    Danûstandinên li ser Brexîtê ku pêvajoya veqetîna Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayê îfade dike, doh li Brukselê dest pê kirin. 

     

     

     

    Mizakere divê Adara 2019’an biqedin. Her du alî wê di van mizakereyan de hewl bidin li ser hin mijarên zehmet li hev bikin. Hikûmeta Brîtanî, roja 29’ê Adarê ji Yekîtiya Ewrûpayê re nameyek nivîsandibû û pêvajoya veqetînê dabû destpêkirin.

    Di danûstandinên Brexîtê de Brîtanya wê ji aliyê Wezîrê Brexîtê, Davîd Davîs û Yekîtiya Ewrûpa jî ji aliyê Sermuzakerevanê Fransayî Mîchel Barnîer ve werin temsîlkirin.

    Di destpêka Hezîranê de li Brîtanyayê hilbijartin hate kirin û ji hingî ve hikûmeta nû nehatiye avakirin. Ev rewş, wê bibe pirsgirêka destpêkê.

    Danûstandin wê bi sê qonaxan bên kirin. Yekîtiya Ewrûpa (YE) van her sê qonaxan bi van sernavan pênase dike: “vekişîn”, “siberoja têkiliyan” û “serdema derbasbûnê”.

    Hikûmeta Brîtanî îdîa dike ku her du pêvajoyên destpêkê dikarin bi hev re bimeşin. Li ber danûstandinan, mijarên zehmet hene.

    Aliyê malî yê derketina Brîtanyayê ji YE´yê, rewşa Brîtaniyên li YE´yê, rewşa welatiyên YE´yê yên li Brîtanya, çend ji van sernavan in.

  • Hejmara mirîyan gihaşte 79´an

    Hejmara mirîyan gihaşte 79´an

    Li herêma Kensington ya Londonê agir bi avahiya bi navê Grenfell Tower ya 27 qatî ket û di encamê de 79 kesan jiyana xwe ji dest da. Tê payîn ku hejmara miriyan zêdetir bibe. Ji kesên ku li nexweşxanê tên derman kirin rewşa dehan jê di asta krîtîk de ye.

     

    Şewata Grenfell Towerê roja Çarşemê saet derdora yekê sibehê ji qeta çaran dest pê kir û di demeke kin de tevahiya avahiyê pêça. Agir piştî du rojan bi tevahî hat vemirandin û hîna jî lêgerîna cenazeyan berdewam dike. Heta niha bi awayekî fermî hejmara miriyan wekî 79 hatiye diyar kirin. Lê tê payîn ku hejmar zêde bibe, jiber ku hîna kesên wenda hene û hejmara gelek kesên di nexweşxaneyê de jî giran e.

    Ev çar rojin bi armanca “jibo Grenfell Tower Edalet” meşên protestoyî tên lidarxistin. Di derbarê bûyerê de lê pirsîn hatiye destpêkirin lê heta vê gavê kesek nehatiye binçav kirin.

    Hikûmeta Brîtanî jibo mexdûrên bûyerê 5 mîlyon sterlîn ji bûtçeyê veqetandin û heta niha 200 hezar sterlîn li 180 malbatî hatiye parve kirin.

  • Karacagîl, Bayraktaroglû û Guler hatin bibîranîn

    Karacagîl, Bayraktaroglû û Guler hatin bibîranîn

    Ayşe Deniz Karacagîl, Fermandarên BOG’ê Ulaş Bayraktaroglû û Azîz Guler ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, li paytext Londonê hatin bibîranîn.

     

     

     

    Merasîma bibîranînê ya ku ji aliyê Komîteya Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd ya Londonê ve hatî lidarxistin, hevjîna Ulaş Bayraktaroglû Ekîn Bodûr û birayê Azîz Guler, Ersîn Umut Guler beşdar bûn.

    Axaftina destpêkê li ser navê komîteya şehîdan hat kirin û deqeyeke rêzgirtin hat girtin. Piştre sînevîzyon hat temaşe kiirn.

    Piştre Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Evrîm Yîlmaz û Ekîn Bodûr axivîn. Dema ku Bodûr behsa Bayraktaroglû kir demê hestiyar jiya. Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdûllah ji bi telefonê beşdarî merasîma bibîranînê bû.

     

  • Li Londonê li dijî Misilmanên ji mizgeftê derdiketin êrîş: 1 mirî, 10 birîndar

    Li Londonê li dijî Misilmanên ji mizgeftê derdiketin êrîş: 1 mirî, 10 birîndar

    Li nêzî Mizgefta Fînsbûry Park a li Londonê, ajokarekî wesayita xwe bi ser mirovên ji mizgeftê derdiketin ve ajot. Di bûyerê de kesek mir û 10 kes birîndar bûn.

     

     

     

    Bûyerê roja Duşemê saet di 00:20 de li kolana Seven Sîsters a li bakurê Londonê qewimî. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

    Polîsan ragihand, ajokarê  47 salî ji aliyê mirovên li cihê bûyerê ve hatiye girtin û piştre ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Kesê ku êrîş pêkanî bi navê Darren Osborne yê ku ji bajarê Cardiffê ye.

    Îro û duh tevî serokwezîr Theresa May û serokê Partiya Karkeran bi sedan kesan serdana cihê bûyerê kirin û kûlîlk danîn cihê bûyerê.

  • Fîlmê ´Ala Bê Welat´ Tê Londonê

    Fîlmê ´Ala Bê Welat´ Tê Londonê

    Filmê Behman Qûbadî yê nu Alaya bê wêlat dê 29´ê Hezîranê li paytext Londonê bê nîşandan. Jibo fîlm promosyonek jî wekî du bilêt bi heqê yekî hat dest pê kirin. 

    Festîvala fîlman ya mezintirîn a Londonê ku ji sala 2000´an vir ve tê lidarxistin ligel fîlmê dawî ya derhênerê Kurd Bahman Qubadî Flag Without Country (Alaya bê Welat) fîlmên derhênerên Tirk jî wê derkevin pêşberî sînemahezan. Festîval di navbera 23 Hezîran û 3´Tîrmehê de, li rojhilata Londonê li heşt cihên cihêreng tê lidarxistin.

    Derhenêrê navdar ê Kurd Behman Qubadî di fîlma bi rêveberiya xwe û bi derhêneriya 8 zarokên penaber ên Kurd yê bi navê Flag Without Country (ala bê welat) de jiyana penaberên li ser sînora Rojava û Başûrê Kurdistanê vedibêje. Fîlm wê roja 29´ê Hezîranê ango roja çarşembê saet 20.30’an di galaya Kraliyeta Yekbûyî de li sînemaya Rich Mixê ku li Shoreditchê bê nîşandan.

    Her weha festîvala fîlman East End her sal ji bo derhênerên ku fîlmên xwe yên yekemîn û duyemîn yê metrajdirêj û metrajkin çêkirine, pêşbirkekê li dar dixe. Fîlmê Tirkî yê Tolga Karaçelîk yê bi navê Sarmaşik (Lavlavk) di festîvala 2015´ê de tevlî wê pêşbirkê bûbû û xelat wergirtibû. Derhênerên fîlmên xelat wergirtî sala bê dikarin hin fîlmên ji welatê xwe ji bo di festîvalê de bên nîşandan diyar bike.

    Tolga Karaçelîk her wiha di jûriya ku wê fîlmê baştirîn ê metraj dirêj hildibijêre de cîh digire, 5 fîlmên Tirkî ji bo tevlî nîşandanê amade kirin: 25 Hezîranê li Hackney Centralê- Baskin (Derhêner- Can Evrenol), 25 Hezîranê li Shoreditchê- Gîşe Memûrû (Derhênêr Tolga Karaçelîk), 2´ê Tîrmehê li Dalstonê, Mavî Dalga (Derhênêr- Zeynep Dadak, Merve Kayan), 28´ê Hezîranê li Dalstonê- Abluka (Derhênêr-Emîn Alper), 26´Hezîranê li Dalstonê- Ana Yurdu (Derhênêr- Senem Tuzun).

    Jibo Filmê Ala bê Welat promosyon jî hat dest pê kirin. Li gorî promosyonê dê du bilêt bi heqê biletekê bikare bê kirîn. Koda promosyonê jî TWITTERKURDS e.

    Jibo bêhtir agahî hûn dikarin lînka li jêr qontrol bikin;

    http://www.eastendfilmfestival.com/programme-2016/17395/flag-without-country

  • AB Referandumu: Ayrılık 500 Bin Oy İle Önde

    Birleşik Krallık’ın Avrupa Birliği üyeliği referandumunda oy sayımı, sandıkların kapandığı saat 22:00’den itibaren devam ediyor. Açıklanan sonuçlarda, %51.3 oy ile AB’den ayrılma (Leave) tarafı önde.

    Toplamda açıklanması gereken 382 seçim bölgesinden, saat 04:00’dan itibaren 231 bölge açıklandı.

    Katılım oranı genel ve yerel seçimlere göre daha yüksek oranla, %71.5’te.

    İskoçya ve Londra’nın sonuçları AB’de kalma tarafını (Remain) bir süreliğine öne geçirse de, Leave tekrar öne geçti.

    Oldukça yakın ve başabaş ilerleyen seçim sonuçlarının tümünün açıklanmasıyla net sonuç kesinleşecek. Tüm bölgelerin sonuçlarının açıklanması saat 08:00’e kadar sürebilir.

    Londra, ağırlık olarak AB üyeliğinden yana.

    Haringey- Remain 79,991 oy ile %75.57 – Leave 25,855 oy ile %24.43. Katılım oranı %70.52.

    Islington- Remain 76,420 oy ile %75.22- Leave 25,180 oy ile %24.78. Katılım oranı %70.31.

    İskoçya’da ağırlıklı olarak AB’den kalmaktan yanayken, İngiltere (Londra haricinde) ve Galler ayrılmaktan yana.

    Leave’in önde olması, Sterlinde büyük düşüşe yol açtı.